Mücadele için yeni güç odakları gerekir Mücadele için yeni güç odakları gerekir

DI KURDISTANÊ DE REWŞA ZIMANÊ KURDÎ:
            Ji bo tinekirin û helandina zimanê Kurdî hewldanên pergalê û polîtîkayên wî yê asîmîlasyonê ji hêla Kurdan ve ji nêzve tê zanîn. Lê mixabin ev qonaxa ku em hatinê, êdî ji bo pişavtina zimanê Kurdî hewceyî bi polîtîkayên pergalê nemaye, ji ber ku êdî Kurd bixwe zimanê xwe dipişêve, wek otoasîmîlasyonê.
            ÇESPANDIN(Tespît)
            Ev nakokî, bi taybetî jî di dema salên 90 î de bi hezaran valakirin a gundan û ber bi metropolên Tirkiyê ve koçberkirina gelê Kurd di xwebixwe pişaftinê de cihekê giring digire. Dema gundiyên Kurd bi destê zorê ber bi bajarên Tirkiyê ve hatin koçberkirin, jiyana xwe dinav tengasiyên pirr mezin de derbas kirin. Êdî ji bo wan pêdiviya herî sereke bi destxistina debarekê bû. Loma edî dev ji çand û kevneşopiyên xwe û taybetî jî ji zimanê xwe berdan. Ji ber ku şertê jiyanê bi vî rengî li ser wan ferz kiribû. Helbet malbatên ku bi biryar nexwestin çand û zimanê xwe jibîr bikin jî hebûn, lê hejmara van kes û malbatan pirr kêm bûn. Piraniya wan nekarîn xwe li hember karesatekê bi rengî hilgirin.
           Helbet ev malbatên koçber têkiliya xwe ji welatê xwe, gund û bajarên xwe nebirîn, her dem di nav têkiliyê de man. Bi demê re, piraniya wan bûn dumalî, beşek ji wan di metropolan de man, beşek ji wan jî vegeriyan gund û bajarên xwe. Loma jî çûyîn û hatina wan a bi ser hev ve zêde bû. Ew zarokên ku li metropolên Tirkiyê ji dayik bûn û heya ziman fêr bûn, %100 bi zimanê biyanî fêr bûn û mezin bûn. Dema ev zarokên ku fêrî zimanê dayika xwe nebibûn, malbatên van zarokan, hin ji wan ji bêderfetiya aborî, hin ji wan jî bi wesîleya betlaneyê, piranî jî havînan dihatin gund û bajarên kal û bavên xwe. Lê dema dihatin, bi çandek cûda, zimanek cûda (ku ev ziman zimanê serdestan bû) dihatin, tişta sosret jî ev bû ku bi wî zimanê xwe yê nû şanaz dibû, dê û bavê wan jî heman helwestê didan nîşan, ji ber ku zarokên wan hînê zimanê fermiyetê bûne pê kêfxweş dibûn. Hin dê û bavên ku Tirkî jî baş nizanibûn bi zimanê Tirkî bi zarokên xwe re axivîn û piştgirî dan wan. Bi demê re ev rewşa kambax din av wan malbatên niştecî de jî bû sedema dilkêşiyê. Ê dî ew malbatên ku neçubûn bajaran û zarokên wan tirkî nizanibûn jî wek tiştek baş! di bin bandora wan zarokên nûhatî! de man û êdî zarokên xwe jî ji bo Tirkî biaxivin teşwîq kirin û piştgirî dan wan. 
         LÊKOLÎN(Di çarçoveyek teng de)
         Êdî em hatin demek wisan ku di gund û mezrayên Kurdan yên herî dûrî bajêr û navçeyan de Kurdî bihîstin bûye tiştek awarte. Li gor lêkolînên min yên li ser herêma Bedlîsê û navçeyn wê, di serî de zarok, keç û xortên Kurdan ji % 95 û jortir bûne Tirkîaxêv. Helbet divî rewşa kambax de rola Medya ya Civakî jî cihekî giring dileyîze. Keç û xortên Kurdan hetta ne keç û xort tenê, ew kesên ku xwe Welatparêz dihesibînin jî li ser Tora Civakî, di danûsitandinên xwe û parvekirinên bi zimanê biyanî dikin. Ji ber ku xwe bi wê zimanê biyanî bêhtir aram! dihesibînin. Gelek kesên welat hez û qaşo zimanhez, di jiyana rojane de her tim Kurdî diaxive û bi Tirkî jî baş nizane lê dema dikeve Tora Civakî dibê qey medya ya civakî ji bilî zimanê tirkî ti ziman nizane, loma bi zimanê biyanî dinivîse û parve dike. Viya jî ji bo Kurdan taybetî jî welatparêz û zimanparêzên! Kurdan Trajediyek mezine. 
        PÊŞNIYARÎ: (Lı hember hemû zehmetiyan)
        Jo bo Kurdistanê; divê ku rêxistin, lijne û komîsyonên ku kar û xebatên ziman dikin bi rêxistina DEM Partiyê re di nav koordînasyonekê de, wek xebatên hilbijartinekî, di hemû bajar û navçeyên xwe de lijne û komîsyonên xwe ava bike (bi qasî dişopînim, bi piranî ev amade ye) E v lijneyên ziman, qomîsyonên xwe yê gundan jî amade bikin. Di gundan de giringtirîn herêm bên tespît kirin. Li ser van herêman plansaziya xebatê bê deranîn. Ev herêm bi awayek rêkûpêk (sîstematîk) bên ziyaretkirin, di van zîyaretande(li gorê derfetan) mirovên têrêkirî bên şandin. Heman wek xebatên hilbijartinan lê ne deng xwestin, li ser giringiya ziman, di pêşerojê de rola ziman, di netewebûnê de giringiya ziman û hwd. xebat bên kirin. Dema ev plansaziyên bi vî rengê tên çêkirin jî, ne wek demkî lê ji bo pêşerojê bên plansaz kirin, yanê divê plansaziyên demdirêj bên amade kirin…
Ji bo metropolên Tirkiyê;
Dîsa li gor lêkolînên min yê li ser rewşa Kurdên li metroplan, hema hema li her bajarên Tirkiyeyê taybetî jî li herêma Marmara, Ege, Anatoliya Navîn, Deryaya Spî û li herêma Çukurova yê, bi sedan komeleyên gund, bajar hetta komeleyên mezrayan yên Kurdistaniyan henin. Ev lijne û komîsyonên zimanê Kurdî, li metroplan li ser van komeleyan dikarin xebatên xwe yê ziman bimeşîninin. Jixwe di rêziknameya hemû komeleyên herêmî de yekem xebatên wan divê li ser çanda wî herêma ku wan temsîl dikin de be. Jiber ku dema çand tê gotin, di serî de ziman tê bîra mirov, jiber ku çand bê ziman nabe.
Rewş çi dibe bila bibe, divê ku em zimanê gelê xwe bi gelê xwe bidin hezkirin. Ji hemû sazî, lijne û komîsyonên zimanê Kurdî re serkeftin û silav û rêz.
Mehemed Can Demir
Hêrvês / Be