Rojev

Dîktator Çû Cellad Hat                 

Her tişt bi silavdayîneke di Parlamentoyê de dest pê kir! Hema piştî vê hemleya Dewlet Bexçelî ku got “Kurdê ku ji Tirk hezneke ne Kurd e! Di heman demê de Tirkekî ku ji Kurd hezneke ne Tirk e!” Lê ez bawerim ji ber bertekên nijadperestên derdorê xwe, ji bo hinek tansiyona wan daxîne pêvîstî dît wê gotina xwe ya ewil hinek vebike û wisa pêde çû; “Ez bana radestbûnê li PKKê dikim, wî mixetab nagrim!” devê xwe, zimanê xwe guherand. Ji xwe hema di pişt re; di (30) sihê Mijdarê de Qayûm avêtin ser şarederaiya Esenyurt a Stenbolê. Serokê wî Ahmet Ozer ku bi peymana bajarbûniyê de hatibû diyarkirin, bi awayeke lezgînî ew girtin avêtin zindanê jî. Hema 4 roj şûn de jî êrîşî ser şaredariya bajarê Mezin ya Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetî ya bi ser Rihayê de girtin, qayûm avêtin ser van şaredariyan.

         Yanê dixwazim vêna bibêjim; her çende di uslûb û bilêvkirina Bexçelî de wek jehrê gilêz ji deva biherike jî di encam de banga çareserî an jî daxwaza mizakereyê, dike. Ji xwe bi bangkirina Serok Apo ya ku ‘were Meclisê biaxive’ bi xwe re muxetab girtina wî jî dide diyarkirin! Li hêlekî ev hemle, helwest ku birastî jî gavekî dîrokî ye; ji aliyê kesekî wek Dewlet Bexçelî (her çi sedem dibe bila bibe û dîsa bi çi uslûb û şêweyî bîne ziman jî) di encam de naskirina Tevgera Azadiyê heye. Pejirandina Rêbertiya Serok Apo heye. Ma ji xwe Rêberê Gelê Kurd ji salê du hezaran û vir de li mixetabekî nedigeriyan!

         Bêguman mirov pir dikeve nava şik û gumanan. Ji ber ku ev ji aliyê kesekî ji rêzê ve nayê gotin. Ji kesekî ku mirov dikare bibêje Dewleta Fermî ya Tirkiyê bi xwe ye. Êê ji xwe armanca Tevgera Azadiyê û Serokatiya wê jî bi dewletê, bi xwe re werin hemberî hevdu û ji vê pirsgirêka ku Serok Apo wek “Girêka Gordiyon” binav dike minaqeşe bikin, bihevdu re bidin û bistînin da ku dawî li vê Kêşeya Sed salan bînin e… Aliyekê de ev pêşketin û (herçende di gotinê de be jî) tiştên rasteqîn û hêvî dide mirov tê gotin, li aliyê din jî; ji her demê dijwartir û hê berfirehtir hem di warê leşkerî de hem di qada siyasî de êrîşên xwe bênavber didomîne!

         Ji bo van hêvî û bendewariyên xwe pêk bîne jî dîsa pêdivî bi destek û piştgiriya Patronê xwe yê mezin, Hêza sereke ya hegemonîk Emerîkayê dibîne. Çawa ku di 5 ê mijdarê de hilbijartina Serokatiya DYA yê çêbû ku bi çar çava li bendê bû, ji bo Trump were bijartin lava û dua dikirin!

         Dua û lavahiyên wan hat qebûlkirin! (ji xwe diyar bûn) ku Trump were ser kar û wî qezenc kir. Dê di bîstê Rêbendanê -Çile- de jî bi awayeke fermî dest bi peywirê xwe bike. Lê hê ku nehatiye ser kar, berî ku were; Serokê niha Joe Bîden karê ku mabû bi çûndina xwe re temam kir! Dikarim bibêjim. Peyama xwe da! Dê ji Rojavayê Kurdistanê leşkerên xwe nekşîne. Payeberzekî Emrîkî ku dê di serdema Trump de jî li ser peywir be (li Rojhelatanavîn) wî jî diyar kir ku dê Kurd bi tenê nehêlin. “Gelê Kurd yê cefakar ku ji bo hemû mirovahiya cîhanê fedakarî kiriye em nikarin wan li ser piştê li erdê bixin. Wefayekî me ji Kurdan re heye. Divê em vê peywirê xwe bi cih bînin…” dibêje.

Bir Şehir,  Bir Hafıza ve İki Farklı Yüz; Amed Bir Şehir,  Bir Hafıza ve İki Farklı Yüz; Amed

               Dîktator çû Celad hat Şûnê!

         Hêj ev xelefî-selefî didomiya ku ‘ka dê kî çi bike çi neke’ li Sûrî her tişt sero bin bû. Selefiyên Cîhadîst ji nû ve vejiyan. Ev serûbinbûnê ku di rojekî balkêş de, (27ê Mijdarê) dest pê kir di heşt (8)ê Berfambarê de mêrikan serkeftina xwe îlan kirin jî. Daîşê vê carê jî navê Heyet- î Tehrîr-î-Şam li xwe danîn û hinek ji şal û şapikên xwe jî dûr ketine! Ez wisa bawerim ku ev hêza ku Sûrî-Şam bidest xist ji DYA qutkirî, bêxeber nîne. Ev çi qas nakokî be jî wisa dixwiyê. Ango ev hêzên ku desthelatdariya Sûrî ruxandin, Şam jî tê de ji bilî Herêma Bakûr û Rojhelatê Sûrî ku di bin kontrola QSD de ye temamê Sûrî bidest xistine. Beşar Esad malbata xwe bi tenê hema hew pê re gihêşt girt û reviya. Ev hêz berdewamiya El-Nusra Xelefê Daîşê bi xwe ye. Bi navê Ehmed Huseyîn El-Şara, bi navekî din Colanî; ku ji aliyê Emerîka ve, ji bo serê wî deh milyon dolar pere daniye! Di lîsteya Terorê de ye. Hem ji aliyê Emerîka û hem ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ku Tirkiye jî tê de ye hatiye pejirandin. Ango ‘Terorîstê ku qaşo Cîhan tev lêdigere” di nîşkave de li Sûrî-Şamê de vejiya! Di nava 12 rojan de ‘Şoreş’ pêk anîn. Li hêla din jî Smo (Artêşa Milî ya Sûrî) li dora Efrînê TilRifat- Şehbayê; ku penaberê ji Efrînê canê xwe rizgar kiribû diman. Kul û kesera dewleta tirk ew bû ku; li Şehbayê jî wekî Mexmûrê Kurdên xwe di sirgûnê de jî bi rêxistin kirine bû! diviyabû ew der belav bikira! Rast berê xwe dan ser wan. Piştî rojek du rojan hê ku negihîştin Şehbayê QSD ew der vala kirin, wan nişteciyên Şehbayê gihand Min biç, Heleb û Tebqayê. Werhasil H. T. Ş berê xwe da Şem û Heleb Humus-Hema û hwd. lê çeteyê tirkan jî berê xwe dan ser Rojavayê Kurdistanê. Hinek xwe ceribandin, xwestin Artêşa tirkan jî ji Kobanê de bikeve xaka Rojava. Lê wekî wan hesab kiribû wisa derneket. Herçende hê jî xeterî li ser Rojava bidawî nebûye jî; vê gavê tenê ji dûr ve û ji hewayî bi firokeyên Dron-sîha wekî wan bi erîşên nuxteyê didome. Yek jî li dora Qereqozax a ku Bendava Tişrînê tê de heye şer li wir bi dijwarî didome. Hewildanê tirkan ligel çeteyên xwe li ser bendavê her ku diçe zêdetir dibe.

         Heta niha ku tirkiyê digot ‘em yekparetiya Sûrî dixwazin. Em naxwazin Sûrî perçe bibe. Bila Esad bi me re lihevdu bike em Kurdan ji wir paqij bikin, êdî yekparetî û xeteriya ser hem Sûrî hem Tirkiyê bidawî dibe…’ Yanê ji xwe êdî eşkere bang dike ku hedef û armanca dewleta tirk Hebûna Kurdan e. Xwebûyîna Kurdan Dewleta dagirker dixe xeteriyê! Ji ber vê jî Kurd li ku derê cîhanê be, heta ew li fezayê jî konek vegirin dê ew ji bo wan bibe armanca êrîşê, dê qebûl nekin! Dibêjin. 

Gotineke klasîk heye; ‘Rojhelatanavîn Wek Qazana Dojehê Dikele Di Navê De Çemçik An Jî Heska Hema bêje Hemû Desthelatdaran Tê De Heye!’ Lê ji bilî Kurdan! Ez hêvî dikim êdî bila Kurd jî ji vê alozî û geremola Rojhelatanavîn sûd wergirin. Bila ew jî bibin xwedî nav û nasnameya xwe. Çima nebe? Ma Kurdan axa tu kesa dagir nekirine. Li ser axa xwe, li Rojavayê welatê xwe statuya xwe ava dikin. Ji xwe ev 12-13 sal in li Bakûr û rojhelatê Sûrî de, li Rojavayê Kurdiatanê Rêveberiyeke xweser heye. Statuyeke ku ji hemû Cîhanê re, nemaze jî ji Rojhelatanavîn re, ji Tirkiyê re bibe mînak hatiye avakirin. Ev statû; herçende li ser axa Kurdan-li Kurdistanê be jî tenê ji Kurdan pêk nayê. Ji hemû gelên ku li ser wê erdnîgariyê dijîn; wekî; Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî ji Ol û Mesebên cuda cuda pêk tê. Her nasname di wir de xwe dibîne, bi awayeke azad xwedî erk û peywir e. Hêza xwe ya leşkerî; artêşeke ji sed hezarî zêdetir ava kiriye. Ev hêza leşkerî ji hemû nasname û baweriyan pêk tê. Ev mînakeke welê di cîhanê de hema bêje tune ye. Ji vê re Xweseriya Demokratîk tê gotin.

Ev qazan ji mêjve ye dikele, lê ji yekê cotmeha 2024an û virde wek şêt bibe dikele! Wisa dikele ku yekcarna dipeke derve, dor û berên xwe jî disojîne. Ew çîk û peşkên ji wê qazana dojehî ku yek cara dipeke derva ligel sotîneriya xwe rih û biziriê jiyanê jî belav dike… Me gotibû Heska her aliyên desthelatdariyan di vê qazanê de heye lê tenî tiliya Kurdan tê de nîne! Bes hemû tevdan jî li ser navenda Kurd û Kurdistanê tê kirin. Bi tespît û teşxîsa Mirovê Mezin Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo; “… Yê di Rojhelatanavîn de bixwaze bibe pêşeng, rista mezinatiya xwe bilîze, xwe di her warî de pêş bixe divê Qedir û Giraniya Kurdan bibîne ew baş binerxîne. Ango divê hesaba Kurdan were kirin. Yê di rojhelatanavîn de ku bû pêşengê jiyana serkeftî û pêşketî, bêguman dê mezinatiya cîhanê jî bidest xe. Bikaribe vê pergala heyî ya mêtingerî wergerîne pergaleke Modernîteya Demokratîk…” Ji xwe felsefeya Tevgera Azadiyê; dewletên heremê wergerin Demokrasiyê û di nava wan welatan de wekî: Bakûr, Başûr, Rojhelat û Rajavayê Kurdistanê jî bigîjin Azadiya xwe. Pê re: Kurdistaneke Azad û Rojhelatanavîn ya Konfederalî. Hemû gel ligelhevdu. Bêyî ku tu sînorê welatekî were xerakirin di nav hevdu de bi awayeke Demokratîk û Azad dikarin bijîn.

         Li Tirkiyê Ji Nû ve Lêgerîna Çareseriyê!               

         Ev serê 44 mehan e ku tecrîteke hişk û tûnd li ser Rêberê gelê Kurd didome. Ji bo şikandina tecrîdê bi mehan e çalakiyên cûr bi cûr pêk tên. Hem li welêt hem li derveyê welêt çalakiyên bi bandor û heta bêjî balkêş, encamgir lidar dikevin…

         Li hêla din: Qada şer bênavber şer didome. Artêşa dagirker êrîşên pir tûnd û derhiqûqî pêk tîne. Her cure çekên qedexekirî, ji kîmyewî bigir heta fosfor û hwd. cure cure çekên qedexekirî li ser gêrîla diceribîne. Lê dîsa biser nakeve. Li Tirkiyê di her warî de êdî tengavî xwe nîşan dide. Di warê aborî de qeyran dijî. Di warê siyasî de li derveyê welêt bi dewletên têkildarî xwe re dîsa tengavî dijî. Şerê Filistîn û Îsraîl; ji ber nêzîkatiya dewleta tirk ya dirû helwesta wî ya, hem bi Filistîn re xwe nîşan dide li aliyê din di asta herî bilind de bazirganiya xwe ya bi Îsraîl re didomîne. Ev nakokî û dirûtiya Tirkiyê êdî nikare veşêre, ji ber vê bertekên navxweyî jî bilind dibe. Li aliyê din ku di ser êrîşa Hamas ya di 7ê cotmeha 2023 yan de dest pê kiribû û bersivdana Îsraîl her ku diçe li wê qadê jî şer germtir dibe. Dem dema sînorê welatan jî derbas dike. Îsraîl du serokên Hemasê û gelek fermandarê wan yê asta bilind de kuştin. Dîsa serokê Hîzbulahê Nasrallah jî kuşt û Hîzbullah jî bi tevî Hemasê ve hema bêje tesfiye kir. Ev jî ji bo Tirkiyê wek tirsnakî û xeternakî derdixe holê. Weke ku agir bi dawa wî bikeve di asta herî jor de, ji aliyê rayedarê Tirk-serokomar ve bi awayeke eşkere “Îsraîl dê li me xe-êrîşê me bike…”! Ta girtiye. Ez bi xwe û ez bawerim çi kes jî ji van gotinê Erdoganî bawer nake. Ango ne micid-cidî ye! Lewra Îsraîl û Tirkiye mitefîkên hev yê pir kevin in. Ev herdu dewlet jî ji xwe ne bi destê xwe ne; ne bi serê xwe dikarin şerê hevdu bikin ne jî şerê dewletekî din bikin. Ji ber ku herdu jî endamê Natoyê ne û bi navoka xwe ve bi Emerîka re girêdayî ne. Ji xwe feraseta wan jî jihevdu cuda nîne. Ma dê çima Îsraîl rabe ji xwe re neyaran zêde bike! Ji xwe di ser wî re diçe li Îranê dide (her çende wekî ku hayî jihevdu hebin jî) çend moşekan îsraîl diavêje Îranê, Îran jî “Ez ê vê êrîşê bêbersiv nehêlim û bila haya te ji te hebe ez ê jî moşekan birêkim haaa!” dibêje.

Şer bi vî hawî didome; lê di nava gel de dibe sedemê tirs û panîkê ku êdî ew qeyrana hundirîn; nangiranî çêdibe, enflasyon gihêştiye ji sedî sed, kîloya firingî balîcana bûye 70-80, îsot ji 100 î derbas kiriye û hwd. qe xema wan nîne! Ji xwe divê vana jibîr bikin. “ma dewlet ji dest diçe êdî çi qîmeta jiyana mirov heye!” dibêje. Ji xwe armanca dewletê jî ev rewş bi xwe ye. Civakekî wek Tirkiyê ku dewletperest in; hema dewlet çi bibêje li dû diçin. Dewletê jî vî xala lawaz ya gel baş keşif kiriye her. Ku dikeve tengasiyê jehriya nijadperestiyê derdixe peyasê û weke masiyên birçî xwe diavêjin wê tora ‘dewlet diçe ji dest ma êdî çi girîngiya jiyana civakî, nangiranî hwd. heye’!

Têkiliyên ser berjewendiyê maddî heta derekî ye. Lewra têkiliyê Tirk û Îsraîlê jî welê xwiyaye ku Tirkan ji hedê xwe derbas kiriye ku Îsraîl bi dengê bilind dikare gef li Tirkiyê bixwe! Polîtîkayên li Rojhelatanavîn pir şemtok in. Her dem her tiştên berovajî hev dikare rûbide. Hevalbendên duh dikare bibin dijminê hevdu yê îro! Heman tişt berovajî wê jî pêkan e. wekî; dijminên duh dikarin bibin mitefîkên hev yê nû! Ji vêna re polîtîka tê gotin. Ger armanc û hedefa Tekoşeran Azadiya gel be ji bo qezenc û berjewendiyê gel divê mirov bikaribe polîtîkayên welê jî bikar bîne. Lewra Hêzên bindest gel esas digre. Qe çi biryarekî li dijî gelan nagire. Polîtîkaya ku gel jê xesar bibîne, ji nirx û rûmeta xwe kêm bike ji wan polîtîkayan re nabêje ‘Erê’! Lê belê rayedarê Tirkiyê ev serê dused salan e digel, gelan gelan birêve dibe! Yanê ew polîtîkaya ku dimeşînin qe yek jî ji bo berjewendiyê gel nîne. Bes wisa gel fêrî xwe kirine ku; nikarin bêyî wê bijîn! Li ser lingê xwe, bi vîn û raya xwe bi ked û tehba xwe bijîn. Wekî ku ji dewletê re çewt bikeve, şaşî û kêmasiyeke dewletê rexne bike dê nikaribe bijî! Wisa bawer kiriye. Di felsefeyê de ji vêna re; derûniya Miyê-Mêşinê tê gotin. Mî nahizire, napirse. Tenê yê tê gotin pêk tîne ye! Berê wê bi ku ve bide bê pirs diçe, dimeşe. ‘çima, ji bo Çi ye’ napirse. Wekî peywendiyê navbera Evd û Xwdê ye. Ji xwe felsefeyek welê jî derxistine; “li jor xwedê di binî de dewlet e” Ew çi bike rast dike…

Wisa dixwiye ku ev hizr û feraset ne tenê di gel de, ango di nava civakê yê bê wesif de heye, berovajî vê; di nava zanyar, Prof, Doç. Pîspor, Hiqûqnas, nivîskar, lêkolîner, rewşenbîr bi kurt û kurmancî di nava xwenda, zana û siyasetmedarên wan de jî bi piranî serwer e. Ez dikarim gavek pêşte jî biçim; çepê Tirkan-Çepgir û Demokratê Tirk jî piraniya wan bi heman çarçoveyê de ye. Her kes dewletê xwedî qudretekî xwedayî dihesibîne. Esas xwedayê pişt perdeyê dibînin. Hema ew qasa ku eşkere nabêjin “Dewlet Xwedê” ye! ew dikare her tişt bike. Ew çi dike rast e! Me pêşin qebûl e û hwd.

Ew qasa ku haya wan ji wan bi xwe jî nîne di çi rewşê de ne! Li hêla din jî bê pîvan zimandirêjiya xwe dikin. Wekî gotinê pêşiyên me gotine “bi zimanan xwe digînin ezmanan”! Lê ya rastî û jiyan tiştekî din e.

Em werin ser esas meselê. Hevdîtina duyemîn jî bi Rêberê Gelê Kurd re li Îmraliyê pêk hat. Dîsa heman heyet (S. Sureya Onder-Pervîn Buldan). Dewlet hê jî li bendê ye ku “Serokê gelê Kurd banga çekberdanê, radestbûnê li Tevgera Azadiyê bike”! Yanê hê jî esas mesele çiye naxwazin bibînin, navê wê lê nakin. Dibêjin; hêzên derve Emerîqa-Ewrûpa ew bikar tînin û nahêlin şer bisekine… û hwd. dibêjin ku bila Emerîka destê xwe ji PKKê bikşîne em bi di nava xwe de dikarin meseleya xwe hel bikin! Dîsa gotinê pêşiyên me tê bîra min “Ber bi min o hayî lixwe tino”! Ew ê ku ev heftê sal e ji navokê ve bi Emerîkayê re girêdayî ye ew bi xwe ne. Em jî dibêjin bila tenê salekî dewletên destek didin te, serî de jî Emerîka bila xwe ji navê vekişînin tu yê bibînî çi tê serê te! Yanê ez nizanim qala çi dikim! Ma bi tevî van dewletên mêtirger ev pêncî sal nîne ku çi jê hatiye kiriye? Û mîsqalekî jî pêşte neçûye. Berovajî wê êdî hatiye ber ruxandinê. Ma ev têkçûna xwe Dewlet Bexçelî bi xwe îtîraf nekir?  Ez dibêjim ev gotin û nêzîkatiyên wan ê engizkirî bi zanetî ne. Yanê ev jî di çarçoveya şerê taybet de dimeşînin. Welê difikirin ku “em ê werin engizkirin-tehrîq bibin” da ku bi aqlî selîm nehizirin, bi orta çovê bigrin bibêjin “yan he ro yan me ro”! ji xwe me ev sedsalê berî vê bi vî hawî wenda nekiribû? Ew çû. Ew dem û ew feraset kesaniyet çû! Bi gotina Bavê Teyar ê NEMIR “Ulan Oxlim, ew Kurdê berê çû nema. Êdî Kurdê Apoyî hene em li vir in em li her der in. Em ji te natirsin…”.

Hê jî dibêjin bila Dem Partî têkiliyê xwe ji PKKê biqetîne na xwe dê ew jî were girtin û hwd. Ew jî baş pê dizanin ku Dem kî ye, çi ye lê raste rast nav lê nakin. Lewra nav lê bikin dê xwe li valahiyê bibînin! Bişehetin.

Li hêla din jî ku hêviya dewletê nemaze jî ya Erdogan hatina Trump ya ser kar bû. Ew jî hat. Çi bû? ka te digot “bir gece ansizin…” nizanim çi! Tu çima naçî? Derî li te venekir ne wisa! Tu li ser piştê li erdê ketî dîsa. Dîsa kifş bû Ka kî ji pişta kî mêraniyê dike. Bi gotina Şêx Maşûq “OXILIM” ber xwe keve! Êdî kes te tiştek nahesibîne. Di nava wê merasima dîrokî ku tu bi rojan li bendê bûyî hesaba te nekir û te dîsa li fîqê da!

Gelê Kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê de, di dîplomasiya Navnetewî de Nasnameya Kurdê Azad neqişand. Êdî di navnetewî de Kurd bi fermî tê naskirin vexwendin û di koşka herî jor de tê pêşwazîkirin. Dewleta heft sed salan jî ji para mêze dike!

Li Rojava-bendava Tişrînê Sengerê BERXWEDANÊ hatiye vedan. Rojê çar-pênc fedaî xwe dikin mertal, gorî dikin lê nahêlin Çeteyê dagirkeriyê gavekî pêşta biçin.

Bangawaziya Dîrokî

Li Rojava û li derê din yê Kurdistanê hema bêje bênavber şer didome, her roj ciwan, kal, rojnameger bi kurtasî gelê Berxwedêr jiyana xwe jidest didin. Li hêla din Şaredariyên ku bi rêya qaşo helbijartinê hatibû bidest xistin yek bi yek desteser tên kirin, Qeyûm diavêjin ser wa, Vîna gel tune dihesibînin, kesên hatine hilbijartin tên terorîzekirin, li gor kêfa xwe darazekî dibînin û ceza li wan di kesan dibarin. Wan ji siyasetê dûr dixînin. Dîsa rojnamevan, Çapameniya Azad yekser hedef tê girtin, yek bi yek sûîqast dikin bi awayeke nemerdane qetil dikin. Yên keysa kuştina wan jî nabînin ew digrin binçav dikin, bi bafikên pir çêker digrin diavêjin zindanan… Bi kurt û kurmancî di gelemperiyê Tirkiyê û Kurdistanê de rewş welê roja xwe derbas dike, diçe. Ango li ku çi dê biqewime ne diyar e. yanê her ku diçe ewlehiya gel qelstir dibe. Ji xwe di warê aborî de di neçariyeke pir giran de ye. hema bêj her roj ji ber aliziyan, xwekuştin êdî bûye bûyerên ji rêzê. Kuştina jinên ciwan bi awayeke sîstematîk ketiye meriyetê. Bêsincî, bê exlaqî jirêderketin wekî tiştekî rewa-asayî tê dîtin. Wisa bûye ku civak heta bêjî riziyaye, hê jî ber bi rizandinê ve diçe. Ev rizandin di serî de ji siyasetê dest pê kiriye di her qadên civakê de xwe nîşan dide.

Tewazina dinyayê; şerê cîhanê yê sêyemîn bi şêweyeke pir xerîb didome. Dem dem moşekan bera hevdu didin, car cara qewl datînin ji hevdu re tên gel hevdu wekî dostên dîrokî ko lihevdu tînin. Yanê ew du hêzên hegemon yê dinyayê, ku wextekî di bin van du seriyan de cîhan kiribû du parzemîn, du perçe. Yek Nato yek Warşova. An jî bi navê Sosyalîst û Kapîtalîst dinya bûbû du par. Ew herdu dijminê hevdu êdî tu sedem li holê nemaye ku pefbiçin, dikarin pirsgirêkên xwe bi rêya siyasî-dîplomasî hel bikin. Vê rê ji xwe re dibjêrin. (bêguman ev bêyî bandora paradîgmaya Serok APO nîne) ku DYE û serê din yê Hegemon Rûsya bi rehetê dikarin bi hevdu re suhbet bikin, pirsgirêkên navxweyî guftûgo bikin û lihevdu bikin. Dîsa şerê Îsraîl û Filistîn-Sûrî-Îran-Îraq; wekî çar sal berî niha nîne. Her tişt berovajî bûye.

Atmosfera siyasî ya Tirkiyê jî ji vana cudatir mirov nikare bibîne. Ev hemû geşedan em gihandin vê encamê ku di serê heyva Cotmeha 2024an de Dewlet Bexçelî bangeke dîrokî kiribû. (herçende bi zimanekî pir çepel be jî) naveroka wê bangê pir girîng û heyatî bû. ji xwe ji wê rojê û virde ye ku Tevgera Azadiyê jî wê bangawaziya Bexçelî hilda balê û li gor vê zend û bendê xwe bada. Madem ev bang ji aliyê dewletê ve hatiye divê em jî vêna wergerînin heqîqetekê û li gor berjewendiyê gelan, dawî li vî şerê pêncî salan bînin û wekî mirovan her nasname-gel bi awayeke Demokratîk bi rûmeta xwe bijîn. Ji xwe ev serê 4-5 salan e ku ji binî ve agahî ji Gravê nedihat stendin, ev pêvajo serê ewilî bû sedem ku ew kilîtê gravê bişike, derî vebe û hevdîtina bi Rêber APO re pêk were… yanê dîsa jî wekî her gav dihat gotin û hemû cîhan jî pê dizanî ku Mifteya Aştiyê Li Îmraliyê di destê Rêber APO de ye ku ewilî derê Îmraliyê vekirin, hevdîtinan dest pê kir û ji nû ve Şandeyên Çareseriyê an jî Pêvajoyeke nû yan jî Şandeya Aştiyê were binavkirin. Her çi be ev şande êdî ji aliyê dewletê ve jî fermiyeta wî hat qebûlkirin û dest bi dan û stendinan hat kirin. li ser pêşniyara Serok Apo ewil Şande çûn Başûrê Kurdistanê û bi hemû alî û kesên têkildar re rûniştin, guftûgo kirin, dîtinên hemû aliyan kom kirin, bêguman dîtinê Serok Apo jî ragihandin wan aliyan û dîsa Çûn Gravê, pişt re ji alî Serokatiyê ve Sê name yên têr û tije ji aliyan, an qadan re wekî; Qendîl, Ewrûpa û Rojava re şand. Bersiva van her sê aliyan jî bi heman şêweyî-Erênî hat girtin. Cara sêyemîn ku Şande dê biçe Gravê; li ser dîrokê pir minaqeşe, bazar hat kirin werhasil di 27ê Sibatê de biryar hat stendin û çûn. Bi vê çûndina cara sêyemîn re dewletê dixwest zêde dirêj neyê kirin ku helwest çi be bila îro-vê rojê were diyarkirin. Bêguman heta gihêştin vê encamê belkî bi dehan car dewlet bi xwe bi Serok Apo re minaqeşe kiriye, bazar kiriye, pîvaye, wezinandiye hilaniye û daniye hê gihêştine vê encamê.

Li gor agahiyên ji ber şandeyê ku ferqizîbû; diviyabû ragihandin bi awayeke zindî û bi dîmenê Serok bi xwe be. Lê welê xuyaye ku ev; dewletê dê bixe nava tengaviyên pir mezin. Ji aliyê Nijadperestan ve dê bi awayeke neyînî-dijminane ku aliyên şerxwaz û rantxurên vî şerî ne were bikaranîn, loma bi dîmen û bi dengê Serok deqeya dawî de bi şûnve zivirandin û tenê wekî Name ji destê Serok were nivîsandin lê bi şandeyê bide xwendin hat pejirandin. Ez wisa difikim ku ji bo vê carê welê hatiye qebûlkirin, ragihandina bi dîmen ya Serokatiyê dê piştî vê Bangawaziyê teqez bibe. Lê kengê ew ne diyar e! Li gor rewşa pêvajoyê ye. Ka dê ev Bangawazî çawa ji aliyan ve were pêşwazîkirin, dê çi deng vede, Olanên vê Bangê bi kîja alî ve biçe li gor wê dê gavên din jî bi xwe re bîne.

Bangawazî an li gor min Mizgînî ye! Vê Mizgîniyê ji pêvajoya sala 2013an pir cudatir e. 2013an de li Qada Newrozê tenê li Amedê hat xwendin. Vê Mizgîniya Dîrokî-Heyatî bi sê navendên Tirkiye-Kurdistanê re ji hemû Cîhanê re hat ragihandin. Di heman dem û wextê de çav û guhên hemû Cîhanê li ser Banga Serok Apo bû. Ewil armanca dewletê xwest wisa bi bangeke ji rêzê ku hema çend kes li dora mîkrofonan kom bibin û dê di deh deqeyan de bixwîne û biqede! Ev nêzîkatî yên klasîk, ji aliyê hemû dewletên serdet de wisa ye. Dixwazin heta deqeya dawî jî yê hemberî xwe lawaz bikin, lawaz bibînin ku zêde tavîzan nedin! Tirkiye jî hê di wê ferasetê de ye. Lê wekî fikirî wisa nebû. Herçende di kêliya dawî de bû jî gelê Kurd ji xwe ji berê de amade bû. Gelê Kurd Serok xwe baş nas kiriye. Qe hewceyî propaganda û nîqaş û mitaleyan nake. Lewra yê Serok baş Fêm kiriye dîsa Gelê Kurd bi xwe ye. Di navbera du saetan de; ku hevdîtin di 27ê sibatê saet deh yanzdehan de dest pê dike, saet di didduyan (14:00) diqede û saet di 16an de Şande tê Stenbolê û Bangawazî di 17.00an de tê kirin! hema bi lezgînî di sê Navendan de girseya gel kom dibe; Stenbol-Amed û Wan. Li her sê ciyan jî di heman kêliyê de teknîk hat amadekirin û bi amûrên ragihandinê bi dengekî welê ku bitûnê bajar bi rehetî dikaribû bibihîze. Ligel vêna di hemû Tv yan de jî dîsa wisa bi awayeke zindî hat weşandin.

Bangawazî-Mizgînî bi çi awayî hat pêşwazîkirin jî bila bimîne ji nivîseke din re!...

Adil QAZΠ  

27/28-02-2025